Print this page

YPG balafirxaneya Minixê li gundwarê bakurê Helebê kontrol dike

4:48:09 PM

RojavaNews :Piştî şerûpevçûnên di navbera girûpên Îslamî û çekdarên Hêza Sûriyaya Demokrat ku YPG di nav wan de ye, YPG balafirxaneya Minixê kontorl kir, ku ev yekem balafirxane ye ku YPG kontrol dike.

Herwiha çekdarên YPG gundê Minixê  û gundên Kefer Entiwan jî ku  li derdora balafirxaneya Minixê dikevin, kontrol kirin.

Pêşveçûna YPG bi pişetevaniya balafirên Rûsî bû ku li gorî rewangeha Sûrî ya mafên mirovan, Balafirên rûsî 30 êrîşên esmanî li derdora cihê şerûpevçûnan pêk anîn û rê li ber pêşveçûna YPG vekir.

Berya niha û  YPG Hêza Sûriyaya Demokrat Bajarokê Dêr Cimêlê û gundên Elqemiyê, Merenazê yên gundewarên Ezazê kontorl kiribûn, û herdu gundên Xirêbkê û Çetel Zaretê bi piştevaniya balafirên Rûsî ew gund kontrol kiribûn