Rojava News: Di şerû pevçûnên Bakurê Kurdistanê de 28 efserên ku li Sûrê hatibûn vezîfedarkirin û dibin fermandariya Tûggeneral Aydogan Aydin de wezîfedar bûn, diyar kirin ku ew naxwazin şer bikin û ji wezîfeyê îstifa kirin.
Leşkerekî ji 1. Tûgaya Komando ya Kayseriyê ji Sûrê re hat şandin û navê xwe nexwest eşkere bike ji ragihandinê re gotiye; “28 çawişên pispor ên li hemberî şer û pevçûnê li bajarê Kurda derketine nexwestine biçin şer lêbelê ji wanre hatiye gotin ku ew neçarin biçin Sûrê”
Li gor zanyariyên li ser ajansan belavbûye 28 efserê Artêşa Tirkiyê piştî wê bersivê dest ji karêxwe kişandin û istîfa xwe dan fermandariya bilind.