Print this page

Amerîka ji çekdarên YPG re: Şerê opozisyonê nekin

16:09:59 PM

RojavaNews: Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka, Mark Toner di derbarê kontrolkirina babalfirxaneya Minixê a li gundewarê bakurê Helebê ji aliyê çekdarên YPG ve, ragihand ku şerê YPG bi opozisyonê re wê bibe sedem ku operasyonên li dijî DAIŞê werin têkbirin.

Herwiha Tiner got divê çekdarên YPG bi opozisyonê re şer nekin û girîngiyê bidin şerê li dijî DAIŞê.

Duh çekdarên YPG û Hêza Sûriyaya Demokrat balafirxaneya Minixê ya li gundewarê bakurê Helebê, di dema pêşveçûna hêzên rêjîmê de ber bi bajarokê Til Rifatê ve û bi piştevaniya balafirên Rûsî, ew balafirxane kontrol kiribûn.

Herwiha rêjîm jî hewl dide ku devera Tamûre yê nêzîkî herdu bajarokên Şîa, Nibol û Zehra, kontrol bike, ku rêjîmê karî girên li derdora wê kontrol bike û berê xwe bide Tamûre, ku hîn jî şerûpevçûn berdewam in.