23:31:18 PM
RojavaNews: Pêla koçberiya ji bakurê gundewarê Helebê ber bi Bajarê Efrînê ve berdewam dibe û hîn jî Tirkiyê deriyên xwe yên sînorî ji penaberên li ser sînor re venekiriye.
Hat ragihand ku Îro Roja Înê, nêzîkî 5 hezarkoçberên din ên ji gundewarê bakurê Helebê derbasî Efrînê bûn, ku piraniya wan jî jin û zarok in.
Tê zanîn ku ji despêka vê mehê ve ji 2 heya 8 mihê, nêzîkî 30 hezar koçber derbasî Efrînê bû, û niha hejmara wan bilintir bûye û 35 hezaran derbas dike, ku rojane ji aliyê Bajarê Ezazê ve koçber berên xwe didin Efrînê.
Herwiha bêtirî hefteyekê ye ku bêtirî 40 hezar koçber li ber deriyê Bab El-Selamê li ser sînorê bi Kurdistana Tirkiyê re asê mane û Tirkiyê rê nade wan derbasî hindirî welatê xwe bike, ji ber vê jî Rêxistina IHH ya Tirkiyê, ji wan koçberan re li hindir sînorê Sûriyê li Ezazê , kamp ava kirine û alîkariyan bi rêya deriyê Oncupinarê yê Kilisê ji wan koçberan re dişîne.