Rojava News: Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê Brett Macgork daxwaz ji Kongirês kir jibo alîkariya Herêma Kurdistanê bike di aliyê aborî de, bi taybet di dema ku Pêşmerge şerê DAIŞê dike.
Brett Macgork li pêşiya Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongirês daxwazek arasteyî Kongirês kir û behsa pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêr herwiha nakokiyên nav mala Kurdî kir.
Brett Macgork derbarê budceya Pêşmerge got: “400 milyon dolar kêmanî heye, mehane Pêşmerge pêwîstî 50 milyon dolare jibo dana mûçe, lewma bi giştî em dixwazin mamleyê li gel vê pirsgirê bikin, em karin şêwira Benka Cîhanî û Sidoqa Diravî ya Navdewletî û rêxistinên darayî yên din ên navdewletî. Bê goman divê pêdawîstiyên Kurdan di şerê DAIŞê weren peyda kirin.”
Derbarê Hêzên Kurdî û nav mala Kurdî got: “Dema ku DAIŞê li ber derî bû Kurd yekgirtîbûn, Kurdên Sûriyê û Kurdên Iraqê yekgitbûn, bi taybet dema şerê Kobanê ku Pêşmerge çûn wî bajarî di seetek dîrokî de ku ez bi xwe jî beşek ji wê demê bûm, lê belê niha DAIŞê hindekî dorî deriyê Kurdan ketiye nakokî dinav kurdan hene, nakokî di nav Kurdên Sûriyê û Iraq de hene. Peyama me bo wan ew e ku, heta niha şerê DAIŞê bidawî nebûye, temeî sînorê Kurdistana Başûr ji aliyê DAIŞê ve tê kontirol kirin, heta ku rewşek wisa hebe, wê rewş ne aram be, şîreta me bo wan ewe yekgirtûbin, lê divê em alîkariya wan di warê darayî de bikin, ez vê yekê ji Kongirês hêvî dikim.”
9:50:51 AM