Rojava News: Nûneratiya Europaê ya Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê banga xwepêşandaneke piştgiryê ji serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re dike ji bo hewlên Barzanî berv ragehandina dewleta Kurdistanê.
Nuneratya Europaê ya Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bang li revenda Kurdî li Munchenê dikin ku beşdar bibin di xwepêşandana piştigrî ji bo karê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser ragehandina dewleta Kurdistanê li ser astê navdewletî herweha ji bo biryara rêfrandomê û di heman demê de jibo beşdarbûna serok Barzanî di civîna Munchenê ya ewlehiya navdelwetî de.
Xwepêşandan wê Îro demjimêr 1ê piştî nîvro li Karlsplatz Stachus birêve biçê.
Nalîn Hesen
11:21:13 AM