6:21:17 PM
RojavaNews: Li navçeya Letamnê ya gundewarê bakurê Helebê çekdarên Opozisyonê navendên Rêjîma Sûriyê kirin armanc û di encamê de ziyanên madî çêbûn.
Herwiha balafirên rêjîmê bermîlên teqîner avêtin ser bajarokên Mesqan û Hirêtan li bakurê gundewarê Helebê , herwihe balafirên rûsî bajarokê Heyan , avahiya kafûr li Kefer Hemrê , Şêx Hilal û devera Kefer Xaşirê li Til Rifatê armanc kirin.
Herwiha dewriyeke ewlehiya rêjîmê li Helebê cenazeyên 3 jinên ku di bin eşkenceyê de jiyanaxwe ji dest dabûn, radestî morgaya bijîşkî kirin.