Print this page

Tirkiyê gefan li dijî PYD dixwe

18:45:20 PM

RojavaNews: Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davutgotlu, gefa destêwerdaneke leşkerî di Kurdistana Sûriyê de li dijî çekdarên PYD, xwar.

Davutgotlu di kongreyeke rojnamevanî de li Holanda, eşkere kir ku eger çekdarên PYD gefan li ser ewlekariya welatê wî bixwen, ew ê destêwerdanekê li dijî çekdarên PYD bikin.

Herwiha Davutgotlu tekez kir ku welatê wî ji pêwendiyên di navbera Qendîl(PKK) û YPG de dilgiran e, û got eger çekdarên PYD li Kurdistana Sûriyê “ bêtir bibin”  ew ê neçar bibin ku li dijî wan destêwerdanê bikin.

Daxuyaniya Davutgotlu piştî daxuyaniyên Siûdiyê û Îmarata ereb tê di derbarê destêwerdana bejayî di Sûriyê de, ku Tirkiyê jî dixwaze herêmeke aram li Kurdistana Sûriyê (an jî wek ew nav lê dike Herêma ji terorê vala) di navbera herdu bajarên Efrîn û Kobanê de ava bike, bi taybetî piştî pêşveçûna YPG û hêzên Sûriyaya Demokrat li bakurê gundewarên Helebê bi piştevaniya balafirên rûsî.