01:09:20 AM
RojavaNews: Rêjîma Sûriyê piştî şerûpevçûnan, karî Devera Tamûra ya nêzîkî herdu bajarokên Şîa, Nibol û Zehra,kontrol dike ku li hember bajarokên Heyan, Hirêtanê û Beyanûnê yên di bin kontrola opozisyonê de ne dikeve.
Bi pêşveçûna rêjîmê û kontrolkirina Tamûra, êdî rêjîm ber bi dorpêçkirina opozisoynê li gundewarê bakurê Helebê diçe.
Herwiha opozisyona Sûriyê li gundewarê bakurê Helebê jî ragihand ku balafirên rûsî bêtirî 100 êrîşên esmanî bi 24 balafiran, gundewarê bakurê Helebê pêk anîne, ku ew bû sedem ku rêjîm pêşve biçe û Tamûra kontorl bike.