Rojava News: duh, Nûneratiya Europaê ya Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê xwepêşandaneke piştgiryê ji serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re birêve bir.
Xwepêşandan bi amadebûna partiyên siyasî yên Kurdî, revenda Kurdî li Munchenê û hejmarek ji welatiyên Almanî herweha komela xêrxwazî ya nojdarên Kurdistanî destpê kir.
Di wê xwepêşndanê de, xwepêşanderan aleyên kurdistanê û yên PDK herweha wêneyên serok Mesûd Barzanî bilind kirin.
Tê zanîn Nûneratiya Europaê ya Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê wekû piştigrî ji bo karê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser ragehandina dewleta Kurdistanê li ser astê navdewletî herweha ji bo biryara rêfrandomê û di heman demê de ji bo beşdarbûna serok Barzanî di civîna Munchenê ya ewlehiya navdelwetî de ev çalakî lidar xist.
Nalîn Hesen
8:47:02 AM