8:48:39 AM
Rojava News: Artêşa tirk ji duhve li ser sînorê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de dest bi kolana xendekekê kiriye .
Jêderên taybet ji Rojava Newsre ragihandin ku artêşa tirk bi alavên giran kombûnên xwe li ber sînorê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de himbiz kirine li gel alavên kolanê yên ku dest bi kolana xendekeke kûr û fereh li ser sînor ji aliyê Qamişlove kirine .
Li gorî jêderan ev pêngav dibe cihê metirsiya xelkê herdû rexan (Nisêbîn –Qamişlo ) ku pilaneke dijwar bi şûnve hebe , nexasime divê dema histiyarde ji bûyeran ,ku gorînên bilez têne encamdan .
Jêderan diyarkirin ku çi bersiv yan çi hewildan ji aliyê Sûrîve nehatine dayin , tevlî ku çargoşeya Emnî ya Qamişlo bi sînorê Nisêbînêve leziqandiye , û ji aliyên din ve jî , desthelata ku nave xwe kiriye Xweseriya demuqrat yak u xalên sînorî hemi bi xwe girtine , û ew xal jî bi dirêahiya 8 Km an di ber sînor re bihtir ji 5 xalan belavin , hêjî bê denge divê derbarêde
Rifat Hacî