Print this page

Arteşa Tirkiye di navbera Cizîrê û Andîwerê de dîwar lêdikê!

Rojava News: Hêzên Artêşa dewleta Tirkiyê li ser sînorê di navbera gundê Cizîrê yê bi navê Çawuşkoy û Andiwerê de dîwarê sînor yê ji betonê avadikin.

Li gorî daxuyaniyên rayederên leşkerî; ji bo ku pêşiya qeçakçiya û penaberan bigrin hêzên leşkerî yê dewleta Tirkiyê ewa 2 rojin dest bi avakirina diwarê sînorî kirin.

Li gorî ku hatiye zanîn dîwarê ku li ser sînorê bakurê Kurdistan û rojavayê Kurdistan tê avakirin wê 7 km dirêj be, 2.metir û nîv bilind bê û wê bi şewayê  diwarê Emrîkî bê da kes nikaribê derbaske.

13:26:14

Şanaz Emin