6:26:59 PM
RojavaNews: Malpera Alerebiyê belav kir di encama topbarana artêşa Tirkiyê ji gundewarên bakurê Helebê 35 çekdarên YPG jiyana xwe ji destdane û 15 ên din jî birîndar bûne.
Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand ku 2 ji çekdarên Hêza Sûriyaya jiyana xwe ji destdane û 7 ên din jî birîndar bûne .
Li gor rewangehê Tirkiyê bajarokê Dêr Cimêlê , balefirxaneya Minixê, û gundê Mezrehê li Efrînê topbaran dike .
Herwiha Jêderan diyar kirin ku topxaneya Tirkiyê 19 navendên YPG bi 81 rokêtan armanc kirin.
Tirkiyê daxwaz ji YPG kir ji wan deverên li gundewarên Ezazê kontrolkirbûn, vekişin.