9:51:50 PM
RojavaNews: Di berdewambûna topbarankirina navendên çekdarên YPG li rojhilatê Efrînê û gundewarê Ezazê, hêzên bi navê Hêza Sûriyaya Demokrat HSD gundê Ên Deqnê kontrol kirin.
Berdevkê Ceyş El-Siwar a bi ser YPG ve, Tariq Ebû Zêd, ragihand ku wan gundê navbûrî, yê ku 2 km nêzîkî balafirxaneya Minixê, kontorl kirine û ji ber topbarana Tirkiyê jî 3 çekdarên wan li balafirxaneya Minixê birîndar bûne.
Duh êvarî jî Artêşa Tirkiyê, navendên YPG li rojhilatê Efrînê û gundewarê Ezazê armac kirin, ku duh gundê Mezre’ê, yê ku piraniya nişteciyên wê ereb in, armanc kir, herwiha îro roja Yekşemê jî gundê Meryemînê, ku piraniya nişteciyên wê ereb in, aramnc kir û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 yên din jî birîndar bûn û 2 topên Tirkiyê li gundê Qitmê yê nêzîkî gundê Serê Kaniyê(Kefer Cenê) ketin lê ti ziyanên canî nebûn.