Rojava News: Çekdarên Rêxistinên terorîstî Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam yên li derdora taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê welatiyên sivîl ên taxê hedef digirin.
Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam jî yên li derdora taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi cih bûne bi şewayekî bê navber welatiyên sivîl dikin ermanc.
Li gorî zanyariyên hatine wergirtin nişangirên çekdarên terorîstî ji devera Kastêlo ya li bakurê taxa Şêxmeqsûd û çerxeriya Cendol a li rojhilata taxê, welatiyên sivîl kirin armanc û di encam de 2 welatiyên sivîl ên ji pêkhateya Ereb ên bi navên Ehmed Ebdilhenan (25) û Ehmed Osman (31) birîndar bûn.
Hat zanîn çekdarên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam duh jî deverên sivîlan ên taxê topbaran kirin û di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.