Rojava News: Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ragihand, wê li Sûriyê Dewleta Kurdistanê ava bibe.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Moshe Yaalon, 14ê Sibatê di kevena Konfransa Ewlekariya Munichê de ragihand, ku di encama şer û pevçûnan de welatê Sûriyê hildiweşe û li gor ol, mezheb û netew tê dabeş dibe.
Ajansa nûçeyan a Reutersê li ser zarê Yaalon ve ragihand: "Em ber bi rûberûbûna bê îstiqrariyek demdirêj ve diçin."
Yaalon herwiha got: "Û beşek ji her stratejiyeke mezin ku xwe dispêre dema berê dibêjin em ber bi yekbûna Sûriyê ve diçin. Em dizanin çawa ji hêkê omlet çêdibe. Lê belê ez nizanim dê çawan hêk ji omletê were çêkirin."
Yaalon di berdewamiya axavtina xwe de got, Sûriye ber bi herêmên dorpêçkirî yên din bin kontrola defakto ya tayifeyên olî û nejadî ve diçe.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê destnîşan kir, "Sûriye niha bi ser herêmên di bin kontrola tayifeya Elewî ya Serokomarê Sûriyê Beşar Esed, Kêmîneya olî ya Dirûzî û koma netewî ya Kurdî de hatiye dabeşkirin."
Moshe Yaalon da zanîn: "dibê ku ew bi hev re hevkarî û hevrêziyê bikin û dibê ku bi hev re şer jî bikin.
"Herwiha Yaalon ragihand, heya ku Îran li Sûriyê be, ew welat wekî berê lê nayê û aramî li wî welatî jî pêk nayê.