Rojava News: Li Nisêbîna Bakurê Kurdistanê, zarokekî 12 salî bi guleya leşkeran canê xwe ji dest da. Welatî jî bajêr vala dikin.
Li gor agahiyan, li taxa Dîcle ya Nisêbîna Mêrdînê zarokê bi navê Mugdat Ay (12 sal) bi guleya leşkeran canê xwe ji dest da. Herwiha zarokê binavê Azad Denger (16 sal) jî birîndar bûye.
Di dema gulebaran leşkeran de, Azad û Mugdat li cadeyê li nav hevalên xwe dilîstin.
Ji aliyekî din ve, welatiyên Nisêbînê ji tirsa ku qedexe û şer demek dirêj bikşînin, ji malên xwe direvin û bar dikin.
Beriya çend rojan, Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de gotibû: “Li Cizîrê hêdî hêdî em ber bi dawiyê ve diçin, lê Sûr wê hinekî din jî bidome.
Vê yekê jî tirsa li cem welatiyan zêde kir û bû sedema ku xelik êdî bi awayekî berçav ji bajêr derkevin.
Heta niha 6 caran qedexeya derketina derve li navçeya Nisêbînê hatiye feriz kiri