Rojava News: Dewleta Tirkiyê ji sibehî ve di roja sêyemîn de topbarana bi ser gundên Efrînê didomîne.
Li gorî jêderekî ji deverê ji Rojava News re ragihandiye; Hêzên Artêşa Tirkiyê îro sibehê dîsa gundên Qetmê Qîbar û Kefer Cennê yên navçeya Şera yê bi ser bajarê Efrînê da ber topbaranê, û hatiye zanîn bombeyên misket bikartîne.
Hatiye zanîn; Bombeyê misket li pişt xwe bermayiyan dihêlê ku ewe jî dibê sedema birîndarî an jî kuştina xelkê deverê.
Di encamê topbaranê de ziyanê canî çêne bûne, lê mixabin mal û milkê xelkê ziyan dîtine.
11:46:44
şanaz Emin