Print this page

Nivîskarê kurd: Pêwistiya kurdan bi dewletbûna Kurdistanê heye

Rojava News: Nivîskarê kurd Kadir Amaç diyar dike ku pêwistiya kurdan ne bi biratiya îslamî ya derewîn, ne bi biratiya sosyalîzmê ya derewîn û ne jî bi biratiya gelan a derewîn tuneye.

Nivîskarê kurd Kadir Amaç taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivî û destnîşan kir ku welatê kurdan Kurdistan divê êdî ji %100 bibe dewlet.

Amaç wiha axivî:

''Pêwistiya kurdan ne bi biratiya îslamî ya derewîn, ne bi biratiya sosyalîzmê ya derewîn û ne jî bi biratiya gelan a derewîn tuneye.

Pêwistiya gelê kurd ji %100 bi dewletbûna Kurdistanê heye. Lewre, îro dewleta tirk û kafirên AKPê zarokên me li pêş me qetil dikin, jinên me rût û tazî dikin û li orta bajaran teşhîr dikin, ciwanên me yên nazik û nazenîn bi pişt panzeran ve girêdên û di erdê re kaş dikin, li ber çavên me, rewşenbîrên me û siyasetmedarên me yên jin bi tek guleyekê dikujin, însanên me yên di bodrûmên avahiyan de bi xaz û benzînê bi awayekî hovane dişewitînin û bi ser de nahêlin ku em cinazeyên xwe defin bikin, malên me mizgeftên me bi guleyên tankan qulqulî dikin, nahêlin ku em ji mal derkevin û nanekî bikirin, gava yek derdikeve jî nîşangir bi awayekî hovane êrîş dike û qetil dike. Li hember vê zilma li Kurdistanê jî, ji bilî dostên Kurdan, miletê tirk bi hev re dibêje ''Oxx be!''

12:25:41