Rojava News: Siyasetmedarê almanî û pisporê siyasî û leşkerî Tobiyas Hox ragihand ku Almanya ji ber Tirkiyeyê, li dijî serxwebûna Herêma Kurdistanê ye.
Şeva borî pisporê siyasî û leşkerî Tobiyas Hox, ku kadroyekî girîng ê Partiya Demokrata Lîberal a Almanyayê ye.
Hox, li ser sedema ku Almanya li dijî serxwebûna Herêma Kurdistanê ye got: ‘Wezareta Derve ya Almanya li dijî referandum û serxwebûna Herêma Kurdistanê ye lewma Tirkiyê zorê dide Almanyayê.'
Hox diyar kir ku helbet pêwîst dike Almanya jî pişta Tirkiyê bigire çimkî kirîza penaberan li meydanê ye. Tirkiye naxwaze Herêma Kurdistanê serxwebûna xwe ragihîne. Mixabin ez nizanim çima ew li dijî serxwebûna Kurdistanê ne lê ez bixwe piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikim.
Roja 13ê vê mehê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Baranî li bajarê Mûnîxê yê Almanya bi Wezîrê Derve yê Almanya Frank Walter Stenmeier re hevdîtin kiribû. Piştî hevdîtinê, Wezîrê Derve yê Almanyayê li ser hisabê Twittera xwe gotibû: ‘Em ji referanduma serxwebûna Kurdistanê dilgiran in.'