Rojava News: Duh, Nûneratiya Tirkiyê ya Yekîtiya xwendevan û ciwanên Demoqratî Kurdistanê- Rojava bi Tevgera Xortên Kurdistanî ya Bakurê Kurdistanê re civiyan.
Li gorî nivîsîngeha ragihandina nûneratiya Tirkiyê ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanan ragihandiye, ku di wê civînê de herdu alî behsa rewşa xwendevan û ciwanan kir û tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dinavera ciwanên herçar perçeyên Kurdistanê kirin.
Di dawî de herdu aliyan soz dan ku wê herdem civînan lidar bixin ta ku bêhtir karibin xizmete xwendvan û ciwanan bikin.
Nalîn
12:49:30 PM