5:55:33 PM
RojavaNews: Di berdewambûna topbarankirina navendên YPG li gundewwarê Ezazê û rojhilatê Efrînê, zarokeke 10 salî ji bajarokê Dêr Cimêlê jiyana xwe ji dest da û çend kesên din jî birîndar bûn.
Herwiha li gundê Meryemînê yê rojhilatê Efrînê, ji ber topbarana Tirkiyê, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan , ku di nava wan de jinek hebû, û 2 kesên din jî birîndar bûn, ku di nava wan de zarokeke hebû.
Gelek ji topên ku Tirkiyê davêtin navendên YPG, li gundên weke Meryemîn, Qîbarê û Qitmê diketin.
Bêtirî hefteyekê ye ku YPG bi piştevaniya balafirên rûsî li gundewarê Ezazê pêşve diçe, ku karî bajarokê Dêr Cimêlê, û gundên derdorê, herwiha balafirxaneya Minixê û gundên derdorê jî kontrol bikin.