8:46:32 PM
RojavaNews: Çekdarên YPG di pêşveçûna xwe de li gundewarê Ezazê yê bakurê gundewarê Helebê de berdewam in, ku vê şevê jî bajarokê Til Rifatê jî kontrol kirin.
Şêwirmendê yasayî yê Artêşa Azad, Usame Ebû Zêd, tekez kir ku YPG destê xwe danî ser tevahiya bajarokê Til Rifatê, û got niha tenê Bajarê Ezazê di bin kontrola Opozisyonê de maye.
Tirkiyê jî gotibû ku bi armanca YPG bêtir pêşve neçe û Ezazê kontrol bike, wan navendên YPG li gundewarê Ezazê û Efrînê armanc kiribûn, ku di encamê de çend kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û hineke din jî birîndar bûn, herwiha 3 çekdarên YPG jiyana xwe ji destdabûn û hinek din jî birîndar bibûn.
Îro jî çekdarên Ceyş El-Siwar a bi ser YPG ve, gundê Kefer Naya kontrol kir, ku duh jî YPG gundên Ên Deqne yê nêzîkî balafirxaneya Minixê kontorl kiribû.