1:48:58 AM
RojavaNews: Piştî ku çekdarên YPG bajarokê Til Rifatê kontrol kirin, çekdarên Ceyş El-Siwar ên bi ser wê ve gundê Kefer Nasih yê nêzîkî wî bajarokî kontrol kir.
Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku hîn jî YPG wî bajarokî paqij dike, piştî ku ji dest çekdarên Ehrar El-Şam û Cebhe Şamiyê stand.
Herwiha rewangehê eşkere kir ku çekdarin opozisyonê li Til Rifatê xwe radestî YPG kirin.
Li aliyekî din jî, û nêzîk eniyên şer ên YPG, rêjîmê gundê Ehresê ku 4 km dûrî Kefer Nasihê ye kontrol kirin, piştre jî rêjîmê gundê Misqan ê nêzîkî herdu bajarokên, Nibol û Zehra, kontrol kirin, ku ew jî 3 km ji gundên Kefer Nasihê yê ku ketiye bin kontrola YPG, dûr e.
Rêjîmê bi pêşveçûnên xwe karî herdu aliyên Nibol û Zehra bi deverên din ên bin kontrola wê de wek Henderat û Diwêr Zêtûn bigihîne hevdu.