Rojava News: Amerîka li ser pêşhatên nû yên li Sûriyê daxwaz ji Rûsya û Tirkiyê kir, ku xwe ji zêdekirina aloziyan li Sûriyê dûr bixin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê tevgerên leşkerî yên Rûsya û Tirkiyê li Sûriyê û rûbirûbûna wan ligel hev li ser axa Sûriyê de hişyarî da her du aliyan û daxwaz ji Moskow û Enqerê kir, ku aloziyan zêdetir nekin.
Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan a Fransa (AFP) re ragihand: Rûs û Tirk pêwîst e rasterast bi hev re biaxivin û wergirtina tedbîrên pêwîst bo pêşîgirtina li zêdetirbûna aloziyan giring e.