Print this page

Mirîşkên Herêma Kurdistanê diçin Sêmalka

12:22:32 PM 

RojavaNews: Hikûmeta Herêma Kurdistanê êdî bazirganiya ji berhemên xwe wê bi fermî û bi rêya Deriyê Bîşxabûrê re derbasî Kurdistana Sûriyê bike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da mirîşkên li medceneyên Herêma Kurdistanê ji bo Kurdistana Sûriyê bişîne, piştî ku deriyê bazirganiyê bi Îraqê re girt.

Berdevkê Wezareta Çandiniyê, Enwer Osman, ragihand ku piştî ku Bexdayê rê li ber şandina mirêşkên Herêma Kurdistanê ji bo beşên din ên Îraqê girt û nema dikire, wan jî biryara ku êdî berhmemên xwe neşînin wan deran.

Herwiha nema Herêma Kurdistanê berhmenên xwe dişîne navend û başûrê Îraqê, ji ber vê jî ew êdî berhemên xwe dişîne Kurdistana Sûriyê.

Herêma Kurdistanê 80% ji pêdiviyê Îraqê bi giştî ji hêkan dabîn dike.