Rojava News: Piştî kontrolkirina bajarokê Til Rifet Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) gundê Kefir Nasih ku bi 10 kîlometreyan ji Izazê dûre, kontirol kir.
Qoalisyona Sûriya Demoqrat ku bi pêşengiya YPGê ye û herweha di navde hin grubên Ereb jî hene bajarokê ku 24 km durî sînorê Tirkiyê ye kontrol kir.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Miravan di derbarê pêşveçûnên Hêza Sûriyê ya Demokratîk(QSD) daxuyaniyek belav kir û got; "Tevî topbarana ji aliyê Tiriyê ve bê navber tê kirin Piştî ku bajarokê Til Rifet kontrolkirin, QSD li gel Ceyş El-Siwar gundê Kefir Nasih jî control kirin.
Tel Rifat bajarokê herî nêzîkî sînorê Tiriye yê.
Serokwezîrê Tirkiyê di dema serdana Ukraynayê ji ragihandinê re gotiibû; Em derfet nadin bajarokê El İzazê bikevê.
îro bi piştgiriya artêşa Sûriyê, bombardimana balafirên Rûsî û milîsên Şîa, Qoalisona Sûriya Demoqratîk bi pêşengiya YPGê gelek cîh control kirin ev jî bu sedema herem hundakirina Hêzên dijbereyê. Ta niha Mara û El İzazê dibin kontrola hêzên dijbereya Sûriyê de mane.
Rewangeha Mafê Mirovan diyar kir ku; Hêzên rejîma Sûriyê bi alîkariya firokeyên Rûsyayê gundê Mesqan ku dikeve rojhilatê bajarokê Nûbil û Zehra yên şîe control kir.
Tê payinkirin ku Netewayê Yekbuyî bi mijar diyarkirina Tirkiyê bicivê.
Ji aliyêdin ve li ser daxwaza endamê daîmî yê Konseya Ewlehi ya Netewayê Yekbuyî (NY) Rûsya, ji bo ku ew çar rojin bê navber aliyê Tirkiyê li ser deverê topbaranê dike dicivê.
Rûsya got; Tirkiyê mafê desthilatdariya Sûriyê binpê dike bi topbarana ser axa wî welatî.
12:35:36
Şanaz Emîn