Print this page

Davutoglu: Çekdarên PYD çeteyên Rûsya ne !

4:27:52 PM

RojavaNews: Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davutoglu, îro Roja Sêşemê, ragihand ku çekdarên PYD bûne çeteyên Rûsya û pîlanên wî welatî li navçeyê bicî dikin, bi taybetî piştî têkçûna pêwendiyên herdu welatan.

Davutoglu tekez kir ku niha karê PYD ya sereke ew e ku ziyanê bigihîn welatê wî.

Herwiha Davutoglu tekez kir ku ne PYD û ne jî YPG nûnertiya kurdan û Sûriyan nakin, ji ber ku ew çeteyên Rûsya ne.

Daxuyaniya serokwezîeê tirkiyê piştî wê yekê tê ku balafirên rûsî bi bombebarankirina navendên opozisyonê, rê li ber pêşveçûna YPG li gundewarê Ezazê vedikin, ku ew çend roj in ku tirkiya navendên YPG li Efrîn û gundewarê Ezazê topbaran dike.