5:58:26 PM
RojavaNews: Piştî lihevkirina di navbera çekdarên YPG û girûpên Îslamî yên opozisyonê de, YPG bê şer derbasî Bajarokê Mariê bû û berê xwe da gundê Ên Îsa yê nêzîkî Til Rifatê.
Tevî gefên Tirkiyê ji PYD re, ku ew ti carî rê nade YPG ku Ezazê kontrol bike û pêşve biçe, lê bi piştevaniya balafirên rûsî, çekdarên YPG di encama pêşveçûna xwe de, Bajarê Ezazê niha kirine bin dorpêçê.
Di wan rojên bûrî de, çekdarên YPG û rêjîma Sûriyê, bi piştevaniya balafirên rûsî,gelekî pêşve çûn ku di encamê de girûpên îslamî gelek dever ji dest dan.
Ezaz ji opozisyonê re gelekî girîng e û cihê herî dawî ye ji opozisyonê re, bi taybetî ku deriyekî wê yê sînorî(Bab El-Selamê) bi kurdistana Tirkiyê re ye.