Print this page

Aldar Xelîl: Em ji bo Fedralîzmê kar dikin ne ji bo hilweşandina dîktatorekî

10:50:55 PM

RojavaNews: Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokrat (TEV-DEM) Aldar Xelîl ragihand ku ew amadekariyên pirojeya fedralîzmê li Sûriyê dikin û tekez kir ku ew ji bo pêşxistina Sûriye ber bi Sûriyak Fedral a Demokrat ve dixebitin.

Xelîl di gotraeke xwe de di sêmînarekê de li Bajarê Qamişlo, eşkere kir ku Demokrasî ne hilweşandina dîktatorekî ye, lê ew çanda ku berî hizra dewleta neetewî têde were avakirin e.

Herwiha Xelîl tekez kir ku Şoreş ne tenê dîktatoran diguhêre, ji ber tişteke mestir e û civakê ava dike.

Xelîl di gotinên xwe de eşkere dike ku ew hilweşandina rêjîma Sûriyê û serokê wê naxwazin, lê tenê ji bo Demokrasiyek bêyî hilweşandina dîktator dixebitin!