Print this page

Piştî kontrolkirina Mariê koçberiya ber bi sînorê Tirkiyê zêde dibe

11:26:11 PM

RojavaNews: Piştî ku çekdarên YPG bajarokê Mariê û gundê Şêx Îsa yên gundewarê bakurê Helebê kontorl kirin, pêleke koçberiyê ya din despê kir.

Xelkê Ezazê ji metirsiya ku bajarê wan têkeve bin kontorla YPG, berê xwe dide sînorê bi Kurdistana Tirkiyê re, tevî ku berdevkê HSD, Telal Silo, red dike ku ew ê berên xwe bidin Ezazê.

Ji ber şerûpevçûnên li bajarokê Til Rifatê û deverên din ên ku ketin bin kontrola YPG, niha piraniya nişteciyên wan deveran cihên xwe bicî hiştine û berên xwe dane sînorê bi Kurdistana Tirkiyê re.

Herwiha bi kontrolkirina Mariê jî, êdî çekdarên YPG rasterast li hember xeta DAIŞê dikevin, ku bêtirî 2 salan e ew dever di bin kontorla DAIŞê de ne.

Herwiha YPG li gundên Kefer Nasihê û li ser sînroê herdu bajarokê Nibol û Zehra rasterast li hember xeta hêzên rêjîmê ne, bêyî ku ti şerûpevçûn bi wan re çêbibin!

Li aliyekî din jî, topxaneya Tirkiyê berdewam navendên YPG li gundewarê Ezazê û derdora Efrînê armanc dike, û tevî wê yekê jî, hîn pêla koçberiyê ji gundewarê Ezazê ber bi Efrînê ve berdewam e, ku heya niha bêtirî 35 hezar koçber derbasî Efrînê bûne.