Rojava News: Artêşa Tirk topbaran xwe li ser deverên herêma Şehba û Efrînê di roja 4’emîn de berdewam dike.
Jêderan diyar kirin, artêşa Tirk bi dehên topan avête deverên sivîlan ên gundewarê bakurê Helebê (herêma Şehba) û gundên bajarê Efrînê. Gundên herî dawî ji aliyê artêşa Tirk ve hatine topbarankirin ev in: “Til Rifeet, Minix, Eyn Zeqnê, Merenaz, Elqemiyê, Kiştar, Kefer Anton, Nasriyê, Kefer Naya û derdora bajarê Efrînê”
Di encama topbaranê de hin welatiyên sivîl birîndar bûne û gelek ziyanên madî derketine.
11:20:38 AM