Print this page

Rêxistina Mehebadê daxuyaniyek derbarî penaberên ku li leşkergeha Şemzînanê asê mane, belav kir

Rojava News: Rêxistina Mehebad ya mafên mirovan daxuyaniyek derbarî penaberên Kurd, Sûrî û Îraqî yên ku li leşkergeha Şemzînanê asê mane, belav kir û têde daxwaz ji rêxistinên Mirovî, Hikumeta Tirkiyê û Hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku çareseryekê bilez ji wan penaberan re peyda bikin ji ber rewşa wan gelekî aloz e.

Li gorî wê daxuyaniyê, Artêşa Tirkiyê derdoa 3000 penaberên ku ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bûne, di leşkergeha Şemzînanê de bê xwarin û pêwîstiyê jiyanê, bicih kirine, herweha derdoa 1200 kesên din jî  li holeke werzişê  bicih kirine.

Herweha di wê daxuyaniyê de rewşa wan penaberan bi zelalî hate ragihandin ku di rewşeke dijwar de dijîn ji ber rewşa keş û hewayê ya sar, herweha kêmbûna pediviyên jiyanê yên sereke mîna xwarin, derman, û alavên germkirinê.  

Rêxistina Mehebadê ya mafên mirovan di dawiya wê  daxuyaniyê de bang li alavên ragihandinê kir ku rewşa wan peneberan bi zelalî bişopînin, herweha daxwaz ji rêxistinên Mirovî, Hikumeta Tirkiyê û Hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku çareseryekê bilez ji wan penaberan re peyda bikin ji ber rewşa wan gelekî aloze.

Nalîn Hesen

11:41:58 AM