Print this page

Beşar Caferî: Em piştevaniya PYD dikin û serkeftinên wan yên rêjîmê ne jî

4:37:18 PM 

RojavaNews: Nûnerê Rêjîma Sûriyê di Netewên Yekgirtî de, Beşar Caferî, ragihand ku her yek ji Rêjîm, Rûsya û Amerîka piştevaniya çekdarên PYD dikin.

Herwiha Caferî, di kongreyeke rojnamevanî de li NewYorkê, got ku ji ber piştevaniya Amerîka ji PYD re, Tirkiyê ji wê yekê aciz dibe û dixwaze ku Amerîka piştgiriya wan qut bike.

Caferî tekez kir ku rêjîm û Amerîka piştevaniya PYD dikin û serkeftinên YPG li bakurê Sûriyê, ku mebesta wî jî Kurdistana Sûriyê ye, serkeftinên rêjîmê ne jî.

Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davutoglu, jî PYD tuhmetbar kiribû û gotibû ku çekdarên wê bûne çeteyên Rûsya û pîlanên wê li navçeyê bicî dikin.

Çekdarên PYD bi piştevaniya balafirên rûsî, li gundewarê bakurê Helebê gelekî pêşve çûne, ku niha Bajarê Ezazê, ku di bin kontrola hêzên Îslamî yên opozisyonê de ye, dorpêç kirine.