4:52:52 PM
RojavaNews: Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdogan, di hevdîtinekê de bi qaimqam û muxtarên Tirkiyê re li Enqerê, ragihand ku ew ê di topbarankirina YPG de berdewam bin û ranawestînin.
Erdogan, Amerîka rexnekir kir û got divê Amerîka yan Tirkiyê yan jî PYD hilbijêre, û matmayîbûna xwe li hember helwesta Amerîka li ser PYD da nîşan.
Herwiha Erdogan got pêwendiyan di navbera PYD û PKK de, wek pêwendiya di navbera El-Nusre û Qaîde ye.
Ev çend roj in ku topxaneya Tirkiyê li Kilisê yê Kurdistana Tirkiyê, navendên YPG li gundewarê Ezaz û Efrînê armanc dike, ku di encamê de kuştî û birîndar ji nav YPG û sivîlan jî çêbûne.