Print this page

Kamîran Hac Ebdo : Pêşveçûnên YPG bi hevrêzî bi rêjîmê re ne

6:04:38 PM 

RojavaNews: Sekreterê Partiya El Wehdê Kamîran Hac Ebdo ji RojavaNews re ragihand ,  ku pêşveçûnên çekdarên YPG  bi hevrêzî bi rêjîm û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê  bû , û ew weke  destêwerdanek leşkerî  ya rasterast bi nav kir .

 Herwiha Hac Ebdo da xuyakirin , ku piştî pêşveçûnên rêjîma Sûriyê û bi piştevaniya  balafirên rûsî li bakurê gundewarê Helebê  û kontrolkirin YPG ji balafirxaneye Minixê  û bajarokên Ezazê re, Tirkiyê ew dever topbaran kirin .

Hac Ebdo got ku Tirkiyê dixwaze berîkeke cografî ya çêkirî ya turkumanan di bin navê Herêma aram di navbera Kobanê û Efrînê de ava bike , da ku rê li ber  girêdana cografiya Kurdistana Sûriyê bigire.

Afiya Hacî