11:12:50 PM
RojavaNews: Her rewşa Sûriyê û bi taybetî rewşa gundewarê bakurê Helebê ber bi tundbûnê ve biçe, Tikriyê berdewam daxwaza avakirina herêmeke aram li Kurdistana Sûriyê dike, ku ji Ezazê heya Cerablusê dike.
Tirkiyê bi hinceta bicîkirina koçberan li hindir Sûriyê daxwaza avakirina herêmeke aram( Herêma ji terorê vala ku Tirkiyê nav lêdike) li Kurdistana Sûriyê dike, li şûn ku rê ji wan re veke û derbasî welatê xwe bike.
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Yalçîn Akdogan, ragihand ku welatê wî dixwaze bi kûrahiya 10 km Herêma Aram li Sûriyê ava bike ku Ezaz jî di nav de be.
Tirkiyê jî, PYD hişyar kiribû û gotibû ku ew rê nade wan ku Ezazê kontorl bike, lê berdevkê fermî yê YPG,Rêdûr Xelîl, eşkere kir ku ew ê Ezazê jî kontrol bikin.
Şêwirmenda Alman, Angela Merkil, îro Roja Çarşemê, ragihand ku avakirina wê herêmê di vê demê de tiştekî baş e ji bo parastina xelkê Helebê û devera derdora wê.
Herwiha Merkil tekez kir ku eger serokê Rêjîma Sûriyê û hevalbendên wî û hevpeymaniya navdewletî li ser wê lihev bikin, wê hingê wê ew herêm cihê hewandina koçberan be û şer li wê derê jî çênebe.
Rûsya jî li ser zimanê cîgirê wezîrê derve yê welatê xwe, Gînadî Gatîlov, ragihadn ku bêyî razîbûna encûmena Ewlekariyê û rêjîma Sûriyê, ew herêm nayê avakirin.
Herwiha Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, Kolonêl Stîv Warn, ragihand ku niha ne dema avakirina wê herêmê ye li Sûriyê.
Warn tekez kir avakirina wê herêmê jî gelekî biha ye û gelek kes jê re tê xwestin .