Print this page

Edî Google Translatê ji hemû zimana wergirana Kurdî dike!

Rojava News: Google, 13 zimanên din jî tevlî sîstema xwe ya wergerandinê (Google Translate) kir. Di nav wan de zimanê Kurdî-Kurmancî jî heye.

Motora lêgerîna  Google, zimanê kurdî jî xist nav sîstema xwe ya wergerandinê. Bi vî rengî hejmara zimanên sîstema wergerandinê ya Google bû 103.

Zimanên din ên ku tevlî sîstema wergerandinê ya Google bûne, ev in: Qirgizî, Hawayî, Samonî, Îskotlandî, Gaelî, Shonî, Korsîkî, Frîzî, Amarî, Sîndî, Peştû (Efxanistan) û Josî.

Kurdan li hember vî karê Google, kêfxweşî nîşan dan û di medyaya civakî de spasiya Google kirin.

Ji bo ku Kurdî tevlî sîstema wergerandinê ya Google bibe, gellek kampanya û çalakî hatibûn lidarxistin.

Tê zanîn, yek ji damzerêner û rêveberên Google, kurdekî Rojhilatê Kurdistanê bi navê Umîd Kurdistanî ye.