Print this page

Alîko: PYDê xizmeta berjewendiyên rêjîma Esed û Rûsiya di Sûriya û navçeyê de dike

Rojava News: Fûad Alîko, endamê desteya siyasî ya Îtlafa Sûriyê, tekez kir ku nabe partiya PYDê bibe nûnerê gelê kurd li Sûriyê, bi taybetî piştî destdirêjiyên wê yên dawiyê li ser navçeyên şoreşê, bi piştgiriya çekdarên Esed û di bin sîbera firokeyên Rûsî de.

Alîko da zanîn ku PYDê rêxistinek karmend e, û ne pêwendîdar e bi gelê kurd û ne jî bi berjewendiyên wî yên netewî, lê ew rêxistineke xizmeta berjewendiyên rêjîma Esed û Rûsiya di Sûriya û navçeyê de dike.

Herwiha Alîko got ku daxuyaniyên duhî yên nûnerê rêjîma Esed yê di NY de Bişar Elceferî ku pêşketinên mîlîşên "PYD" ê bidestxistin ew serkeftinek hevbeş e di gel artêşa rêjîmê, û rêjîm rasterast piştgiriya wê dike, ev yek bi yekcarî eşkere dike ku ev rêxistin dûre ji pirojeyê netewî yê kurdî û ji şoreşa Sûriyê, herwiha ev yek bi yekcarî rê digire li ber her daxwaza ji aliyê partiyekê yan her hêzeke navdewletî ji bo tevlîkirina wê di çi şandeka opozisyonê de di piroseya siyasî ya bê de.

10:43:49 AM