4:25:29 PM
RojavaNews: Piştî ku Tirkiyê, PYD tuhmetbar kir ku wê teqîna li Enqerê kiriye, fermandariya YPG li Efrînê daxuyaniyek belav kir û têde got ne di pilana wan de heye ku êrîşî Tirkiyê bikin û ne jî ew ê êrîş bikin.
YPG tekez kir ku ev çar sal in û ew sînorê bi Tirkiyê re diparêzin û Tirkiyê wê yekê jî baş dizane.
Herwiha Fermadariya YPG got ku di wan 4 salên bûrî de ne fîşekek û ne jî kevirek ji bo Tirkiyê hatiye avêtin û tekez kir ku sînorê bi Tirkiyê re yê herî aram e û ew diaprêzin.
Hevserokê PYD, Salih Mislim jî tekez kir ku Tirkiyê tenê li hinceta digere ku di Kurdistana Sûriyê de destêwerdanê bike û red kir ku wan ti êrîş li Enqerê pêk anîbin.
Di teqîna duh de ku li Enqerê hatibû encamdan, Tirkiyê, PYD û Rêjîma Sûriyê bi wê yekê tuhmetbar kiribû û eşkere kiribû ku 28 kes hatine kuştin û 61ên din jî birîndar bûne.