RojavaNews: Serkirdeyê TEV-DEMê, Aldar Xelîl, di daxuyaniyeke rojnamevanî de eşkere kir ku hêza bi navê Sûriyaya Demokrat wê bajarokê Şedadê jî kontorl bike û ji destê DAIŞê derxîne.
Xelîl got ku ji ber ku Şedadê bajarokekî sûrî ye, ew ê wê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji destê DAIŞê derxînin û kontrol bikin.
Herwiha Xelîl tekez kir ku Amerîka piştevaniya wan dike, ji ber vê jî ne Hêza Sûriyaya Demokrat û ne jî Rêveberiya PYD û YPG, bi hewceyî Rêjîmê ne.
XelîL îdîa kir ku hêzên YPG ji hêzên rêjîmê xurtir bûne, ji ber ku li gorî wî êdî rêjmî gelek lawaz bûye û hêza wê ya berê nemaye.