Print this page

BILEZ| Efrîn.. Nevenda bajêr tê topbarankirin

12:17:41 AM

Taybet-RojavaNews: Topxaneya Tirkiyê careke din dest bi topbarankirina Bajarê Efrînê dike, ku li gorî jêderên taybet bi RojavaNews, topek li navenda bajêr li nêzîk pira nû ku serbazgeheke YPG jî jêve nêzîk e, ketiye.

Herwiha jêderê tekez kir ku bêtirî 15 topan li derdora Cindirêsê ketine, ku hîn jî topbarankirin berdewam e û hîn nehatiye zanîn  ka ti ziyan çêbûne yan na.

Ji ber topbarankirina navenda bajêr xelk ketiye rewşeke metirsiyê.

Di rojên bûrî de, topxaneya Tirkiyê gundên Efrînê wek Qîbarê, Qitmê, Astêr, Mezre’ê û Meryemînê, ku di encama topbarankirina gundê Meryemînê de, 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 2 ên din jî birîndar bûn.

Topbarankirina Efrînê, piştî wê yekê tê ku Tirkiyê, Rêjîm û PYD bi Teqîna Enqerê tuhmetbar kiribû, ku di encamê de kuştî û birîndar çêbibûn.