Print this page

Mesrûr Barzanî: Referandom wê di dema gunacw de were encamdan

Rojava News: Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand: Qeyrana serekî ya Herêma Kurdistanê Qeyrana Siyasî ye. Got jî: Referandom dê di demek Guncaw de were encamdan.

Di hevdîtinek tayebet de bi kenala Kurdistan24, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Piştî vegerana Barzanî behsa mîkanîzma çaksazîyê dê were kirin.” 

Derbarê  pirsa encamdan referandomê Barzanî got: “Ev pirs wê di demek guncaw de birêve biçe û PDKê wek prênsîp piştîvanîyê lê dike û divê di dema guncaw ya xwe de were encamdan ku ji alîyên peywendîdar û ewên birêve dibin, dê were dîyarkirin.”

Herweha got: “PDKê ti caran xwe ji danûsandinan bi alîyan re nedaye paş, bê guman jî evê qeyarnê pêdivî bi danûstandinê heye bo vedîtina çareseriyê.”