Rojava News: Cendirmeyên Tirkiyê gule berdan 2 cotkarekên bajarokê Çilaxa û di encam herdu birîndar bûn.
Rojnamevan Berzan Hisên ji Rojava News re ragihan:"Duh di dema ku herdu cotkar Îbrahîm Elebdelaa û Seyd Resûl di nava zeviyên xwe kar dikirin, rastî guleyên cendirmeyên Tirkiyê yên sînorî hatin û di encamê de bi granî birîndar bûn".
Hisên lêzêde kir ku herdû cotkar hatin veguhestin bo nexweşxaniya Dêrîkê.
Tê zanîn ku berî du rojan, cendirmeyan guleyên hoşyariyê berdan cotkarkî gundê Qesirdiyê yê bi ser Dêrikê ve yê bi navê Osman Şêro tevî ku ew 700 mirteyan dûrî sînorê bakurê Kurdistanê bû .
Lana Mihemed
10:31:00 AM