Rojava News: Artêşa Tirk 200 metreyan derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê bû ji aliyê gundê Mîdan Îkbis ve, herweha 300 mitreyan ji aliyê gundê Qermîtliq ê navçeya Şiyê yê bi ser Efrînê ve derbas kir û bi sedan darên zeytûnan hilkirin.
Hate ragihand ku Artêşa Tirk bi çekên xwe û bi dehan amêrên kolandinê derbasî xaka Rojavayê Kurdistanê bû ji aliyê gundê Mîdan Îkbis yê bi ser Efrînê ve bû, û li gorî jêderan mebesta hikumeta Tirkiyê ew e ku diwarê xwe yê Patonê ava bike ta ku sînorê xwe bi Rojavayê Kurdistanê asê bike.
Herweha di heman mijarê de, Artêşa Tirk li devera sînor a nêzîkî gundê Qermîtliq a girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê derbasî aliyê Efrînê bû û bi dehan darên zeytûnan hilkirin û bêtirî 50 leşker li heman deverê bi cih kirin.
Nalîn Hesen
10:59:36 AM