Print this page

Hêza “ Sûriyaya Demokrat “ derbasî Şedadê dibe

4:19:56 PM

RojavaNews: Hat ragihandin ku Hêza bi navê Sûriyaya Demokrat, pişt şerekî giran bi çekdarên DAIŞê re, berbanga îro roja Înê, derbasî Bajarê Şedadê bûn.

Hat zanîn ku heya niha hin cih ji wî bajarî hatine kontrolkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku fermandarên bilind ên DAIŞê, berya çend rojan malbatên xwe ji Şedadê ji bo Dêrezorê veguheztin, ku di bombebarana balafirên hevpeymanan de neyên armanckirin, bi taybetî ku Şedadê cihê herî stratîjî ye ji çekdarên DAIŞê re