Print this page

Şanda ENKS bi Wezareta derve ya Nemsayê re dicive Taybet

5:44:59 PM

RojavaNews: Encûmena Niştimnaî ya Kurd li Sûriyê di hevdîtinê xwe yên diplomasî de li Ewropa berdewam e, ku îro Roja Înê, şanda ENKS bi Wezareta derve ya Nemsayê re civiya.

Endamê komîta pêwendiyên Derve ya ENKS, Siyamend Haco, di daxuyaniyeke taybet de ji RojavaNews re ragihand ku şanda wan, ku ji her yek ji serokê ENKS Brahîm Biro, Dr. Kamîran Hac Ebdo û wî pêk haibû, li gel berpirsa ofîsa Afrîka û Rojhiltan navîd di wezareta Derve ya Nemsayê de, Olrêkra Tellî, civiyan.

Haco diyar kir ku wan di civîna xwe behsa pêşhateyên herî dawî li Sûriyê kirin û bi taybetî rewşa Kurdistana Sûriyê û şerê bakurê Helebê, herwiha topbarankirina Tirkiyê ji Efrînê re.