Rojava News: Di nûçeyekî de ku ajansa Reuters li dezgehên ragehandinê belav kiriye, behsa wê yekê kiriye ku girûpek Kurdî teqîneya ku li Enqera çê bibû li xwe girtiye.
Li gorî nûçeyê girûpa bi nave Bazên Azadiya Kurdistanê ya ku beşek ji PKKê bû, bi şêweyekî fermî berpisiyretiya xwe li ber teqîneya 18 Sibatê ku li Enqera rû da ragehandiy e.
Herwiha ameje bi wê yekê kriye ku Bazên Azadiya Kurdistanê dê berdewam be li ser encamdana karên li dijî berjewendiyên Tirkiyê.
Di 18 Sibatê de, li ber Fermendariya Hêzên Zemînî yên Artêşa Tirkiyê teqînekê rû da di encam de nêzîkî 100 kes birîndar û kuştî ketin.