Print this page

Li Sûrê ji taxên sivîl lê hene dengê teqînên mezin hatin!

Rojava News: Ji Sûra ku ewa keta roja 82yemin derketina derva lê qedexeya û operasyonên dewleta Tirk bi bi hemû tundiyê didomin,  îro jî dengê teqînên mezin hatin bihistin.

Êrîşên hêzên dewletê bi giranî li ser wan taxên ku bi qasî 200 sivîl lê asê mane didomê.

Hatiye zanîn; Êrîş li ser wan mirovên ku ji ber êrîşan xwe li jêrzemînên avahiyan girtine tê kirin, û ji wa kesan jî heta niha agahî nayê zanîn.

Ji Îro sere sibehî ve dengê teqînan ji taxê bilinddibin.

Ewe çend rojin li jêr zemînekê nêzîkî 200 kesên sivîl asê mane.

12:43:51

Şanaz Emin