1:51:04 PM
Taybet-RojavaNews: Girûpên Îslamî li Bajarê Ezazê, welatiyekî Bajarê Efrînê, ji ber di telefona wî de ala YPG û rêberê PKK, Ebdila Ocalan dîtin, ew serjê kirin.
Li gorî zanyariyan, dema welatiyê bi navê Ebdilrehman Mehmo bi kurxaltiyê xwe re diçû nexweşxaneya Ezazê, ji aliyê Îslamiyan ve hatin girtin, piştre Îslamiyan kurxaltiyê wî serbest berdan û Mehmo bi hovane serjê kirin.
Hîn jî cenzayea wî li cem Îslamiyan maye, ku Lîwaya Neviyên Selahedîn, ku li Ezazê cî digire, hewl dide ku cenazeya wî werbigire û radestî xwediyê wî bikin.
Mehmo, ku ji gundê Kefer Betrê yê Efrînê ye, bi navê Ebdoyê Melekê tê naskirin û li taxa Eşrefiyê ya Efrînê rodinişt.